NEMA VEKIRÎ ŞAYÎR QAÇAXÊ MIRADRA (1959)
NEMA VEKIRÎ ŞAYÎR QAÇAXÊ MIRADRA
Ez dixazim pê vê nemê, bi sidqê sax fikra xwe bêjim derheqa berevoka We “Şewq”-da.
Navê Weyî şayîrtîê zûda xwendevanara navekî nas û eyane. We ew navê hurmetlî gelekî çetin û bi cifakî mezin qazanckirye. Eva yeka zef zelal tê kivşê nava “Şewq”-êda. Vê berevokêda we dane cîwarkirinê baqe şiêr û poêm. Têma vê berevokê pircûreye. Sînorê têmatîkaê gelekî fireye: ji emirjîyîna merivê sovêtîê girtî hetanî pesindayîna edlayê, krîtîkkirina emrê kevnî xirab, xederya edetê derbazbûyî, nîşandayîna e’lîwetîê meriva, veçêkirina folklorê û tiştêd mayîn. Lema jî ev berevoka bi hewaskarî tê xwendinê.
Ez dixazim pêşîê bisekinim ser destanînê We.
Bi t’êmatîka xweva xût wedê meyî nihara girêdayîe şiêra “Kilama edlayê”. Fikir û çeşîtê vê şiêrê hevra usa razîne, çawa têmatîka wê û wedê meyî niha. Bona xweykirina edlayê li rûbarê dinyaê lazime, wekî hemû xebatkarêd dinyaê “destê xwe bidin destê hev”. Vê şiêrêda We zef rind daye xebtandinê cûrê kilama cimetêye dewetê. Xênji hang û bangê kutasîê vê şiêrêda (usa jî gelek şiêrêd Weye mayînda), hene usa jî hang û bangê ortê, wekî şuretê didin mûzîka şiêrê. Xetê We 16 bangin, xût cûrê poêzîa şerqîê, kîjan gelekî nêzîkî ruhê cimeta meye! Eva fakta şedetîê dide, wekî hûn poêzîa xwe nêzîkî ruhê cimetê dikin, ya ku tiştekî pesindayînêye.
Qelen ser cimeta me bûye k’abûs. Qelen malwêrantîye, sebebê mirazane. Eva yeka rind hatye kivşê şiêra Weye “Hey qelen”-da.
Lê sed yazix, wekî kutasya vê şiêrê siste. Bi tex’mîna min, nifirîê kutasîê teql û zerpa vê şiêrê didine sistkirinê. Lazim bû, wekî nifir bi zarî qîza kurda bihata kirinê.
Zef rinde, wekî Hûn bi cûrê qerfkirina cimetîê ser wan merya dikenin, kîjan xwe-xwe naxebitin, lê kulfetê xwe didine xebatê û keda wan dixun. Belê, mêrê wî teherî “ne mêrin, ew qilêrin”. Mêrê wî cûreyî zef rind têne rûreşkirinê û robetkirinê nava şiêra “Dîkê guhp’irç”-da.
Folklora meye pirqîmet bona sazkirina lîtêratûra meye teze kanîke nemiç’iqîye. Şayîrê me temam jî avê ji wê kanya sar û zelal veduxun. Hine şayîr jî diçin ava wê şêlû dikin. Hine şayîr jî rya wê kanîê kirine rya kadiz. Lê hinek jî hene, wekî bi sidq û nifûsa qenc berbi wê kanîê diçin, wekî qinyatê p’ak jê hildin, Hûn tevî vê k’oma axrîêne. Veçêkirina ç’îroka “Mîrze Mehmûd” angorî ç’îroka cimetê dereceke bilinde. Tê kivşê, wekî We ser veçêkirina wê xûdana şayîrtîê rêtye. Ç’îroka “Mîrze Mehmûd” vî alîda gihîştye meremê xwe.
Destanîneke kitêbêye lape sere dewlemendbûna zimanê wêye. We bi merdanî daye xebatê dur’ û cewahira zimanê me. Ew xeberê ku sal-zemana zeng girtibûn, cem We nola gîsnê kotana xebitî dibiriqin. Lê dereca xebtandina xeberê kevnda, carna, çawa dibêjin, Hûn ji şor’ê derdixin. Hûn gelekî pey xeberê kevn dikevin, lema jî gelek xeber çetin têne femkirinê (olalims, rûê 34, k’izbet-35, erk’an-41, şilix-47). Tex’mîna min, Hûn îda ser h’ise-h’isa ketin, wekî niha jî dixazim derbazî kêmasya bim.
Em hildin şiêra Weye “Ermenîstanêra”. Fikra vê şiêrê serî hetanî binî k’êlme, ew jî k’êlma kurtisî. Gelekin kêmasî nava bedewî, hang û bangê wêda, sxêmatîzmê eva şiêra xeniqandye. Eyane, wekî her xeteke şiêrê bona çêkirina xeta mayîn p’êpelînge. Wexta xetek sistbe, wî çaxî ew şiêr ser h’îmê sist tê çêkirinê. Xetê usa sist, bêteyax nava vê şiêrêda gelekin.
Cî-cîna jî fikra şiêra We levdipiç’ike, fikra wê xwendevanara zelal nabe. Şiêrê vî teherî dibine qûç’kê xebera. Mesele, şiêra “Li serê ç’ya” usane. Gelek pirs hene nava vê şiêrêda, lê Hûn caba wan nadin (Binefiş çima bi qeşengî vedibin? Rya dila wextê diçe dila, çira dibe bûz (cemed?), Hûn çira t’î dibin?) Evî cûreyî fikir gelekî zorkuştî kirye.
Hûn carna jî êpîtêtê usa çêdikin, wekî êpîtêt û fikir ji hevdu direvin, çimkî ew êpîtêt cîê xweda nehatine xebtandinê.
Carna jî êpîtêt heye, lê xweyê wê tune. Mesele: hat bîna baê êvara, şingîn kete gahara (rûê 55). Gaharê kê? Vira gahar bêxweye. Ez tex’mîn dikim gahara vira cî girtye, çimkî xebera jorê “êvara”-e.
T’imê Hûn êpîtêteke xwe nava çend şiêrada didine xebtandinê. Mesele, êpîtêtêd ”bêvla kînor”, “bihara rengîn” êpêceyî têne weklandinê (rûê 26, 77 û 19, 31). Qîmetê êpîtêtê vî cûreyî ber ç’evê xwendevana dikeve. Bicedînin êpîtêtêd xwe biha bifroşin.
Bese, ez kutakim, nema min gelekî dirêj bû. Raste, min gelekî guh da ser hûrgilya, çimkî ji îşê ç’ûk tiştê mezin çêdibin. Min jî guh da ser ç’ûka, çimkî nexwest ew ç’ûk cem We mezinbin.
“Rya teze”, 12-ê noyabrê s.1959-a