NEMA VEKIRÎ… CEMAL SADAXYANRA (1997)
NEMA VEKIRÎ
XUDANÊ MQALA “EW USA JÎ PIRSA EXTÎYARYA MÊRIVE”
CEMAL SADAXYANR’A
Ew yek tiştê veşartinê nîne, wekî mecala xebera nivîsare mezin heye, îlahî wexta ew bi destî mecalêd înformasîa masayî tê neşirkirinê, tê belakirinê, û bal merya, ku ewê dixûnin, derheqa vê yanê wê qewmandinêda (wê reqemêda derheqa nevsê û qelfeke meryada jî) fikrekê pêşda tîne. Lê wextê qîmetkirina qewmandinekê ew xeber diqewime rastbe yanê şaşbe, ew jî wê yekêra girêdaye, çika k’îye xudanê xeberê û çi dixwaze bêje yanê jî meremê wî çiye.
H’ewceye çend gilya derheqa teda bêjim, çimkî him mexlûqetya ermenya, him jî mexlûqetya kurda te nas nake. Te fakûltêta ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletêye yûrîstîêye êvarê ancax nava 10 salada xilaz kir û organêd k’arê hundurda derbazî ser xebatê bûyî. T’u p’evgirêdaneke te tunebû t’evî olk’a me, kûltûra û rewşenbîrê me. Wexta tu şandine (şandine?) pênsîaê, tu bûyî dewsgirtîê sedrê wa gotî t’faqa kûltûra êzdyayî miletîê. Nizam çi orta wer’a derbaz bû, zûtirekê ji wana dûr ketî û te t’evî çend merya teşkîleta “Êzdîxane”-ye mexlûqetîê-polîtîkîê sazkir, reqema endamêd kîjanê barê “Jîgûlîkêye”. Û bi wî barî ji navê hinek serekvana gefa merya dixun, eger nek’evne nava teşkîleta we, wî çaxî hûnê wana ji xebatê bidne derxistinê. Paşî ewqas tişt jî merî naxwezin bibne endemê wê teşkîletê, baş zanin, wekî ew t’enê qulixî k’ara hersê endamêd h’îmdare nevsê dike.
Tu û sedrê te Tûrkîaê, Sûrîaê, welatêd Avropaêda nava kurdada pêşda hatine çawa ewledêd wê cimetê (çawa tê k’ivşê, bona p’arsa p’alasa), wexta vedgerine Ermenîstanê, miletya xwe diguhêzin, dibne ewledêd “miletê” êzdî, dibine xweykirêd dada wî û qestbende kevra davêjine r’eşê wan rewşenbîrêd me, ku nehatine firotanê, îzbat kirine, wekî êzdî p’areke cimeta kurdane. Vra dibêjin k’amêlîon ter’a mesele.
Pê wan zanebûna û wê moralê tu hela turuş dikî dersê bidî rewşenbîrê me, ku bi qîmetkirina maqûl Parûyr Mûradyan hesab dibe usa jî dewlemendtya Ermenîstanê.
Nha derheqa meremê teda. Mqala teye “Ew usa jî pirsa extîyarya mêrive”, ku rojnema “Gîtût’yûn”-êda (1-15 oktyabrê sala 1997-a, hej. 19) neşir bûye (rast gotî, bawer nakim, wekî te nivîsye, çimkî ez rind haj dereca zanebûnêd te heme, çawa tê k’ivşê, te ew mqale k’irê kirye, xulese, bi navê te r’onayî dîtye), h’esîneke usa pêşda anî, wekî çetin bikaribî bi xebera bidî k’ivşê. Bona wê yekê çetine, wekî te gelek norme ter’ibandine û xwendevan xalifandine û te ew yek qestîka û bi nemamî kirye.
Te tiştekî “biç’ûkî” gelekî ferz bîr kirye. Ew yek, wekî azaya xeberê, wexta ji goveka normêd k’ivşkirî dertê, îlahî wexta gilî derheqa rewşenbîrê temamya olk’êdane, t’irêqekî xweyhurmet û mileth’iz bêhurmet dikin, bi zakonê tê cezakirinê. K’ê îzn daye te, wekî ser rûpêlêd rojnemê (ew jî çend cara hatye wek’landinê) temamya rewşenbîrê me nux’sankî û wanra bêjî “xayîn”, “miletfiroş”? Xwedêgiravî xwendina teye yûrîstîê heye, derheqa qedirgirtina extîyarîêd mêrivda dinivîsî, lê prêsaêda t’irêqekî me behûrmet dikî, t’irêq, qedrê kîjanî nava temamya neh’îkêda gelekî mezine. Gelo zanî, wekî 11 gundêd neh’ya Aragasêye berêye êzdyada (kurdada) qedrê k’ê geleke: qedrê Şêx Hêranîk, kîjanîra bêşerm dibêjî mele, yanê H’esen H’esenyanê milê teyî rastê, ku bi serî xwe xwe nav kirye çawa pêşîmamê êzdyayî ruhanîê, kîjan gundê xwey Şamîramêda jî bêr’ûmete?
Gerekê bidne k’ivşê, wekî du kurê Şêx Hêranîk bi rezadilî t’evî şerkarya bona azakirina Arsaxê bûne, lê xwexwe jî xebateke mezin kirye bona alîkarya matêrîalîê bidne Arsaxê. Lê çend kurê te û merivêd te t’evî şerkarya bona azakirina Arsaxê bûne, wekî îro usa bêe’t’b derheqa wî şêxê mileth’iz û wetenh’izda xeberdidî?
Çawa destê te girt usa bêhurmetî derheqa emekdarêd meye rehmetîda binivîsî, bi saya hereketê kîjana ne ku t’enê nivîsar û xwendina kurdêd Ermenîstanê, lê usa je kurdêd rêspûblîkaêd şêwrêye berê hatine sazkirinê. Eger nikarî çawa lazime emekê wan emekdarêd me qîmetkî, qe na bêşêkirîê jî neke.
T’omerî hildayî mqala te serî hetanî binî bi fikrê usa hatye nivîsarê, ku mînanî paskvîleke k’irêt û qlêre derheqa rewşenbîrêd meda.
Tu rewşenbîrê me gunek’ar dikî, wekî ewana êzdya hesab dikin p’areke cimeta kurda. Wî çaxî ênsîklopêdîa jî (yêd Brîtanîaê, Şêwrêye mezin, Ermenîstanê û yêd mayîn) gunek’arke, mqala kîjanaye “êzdî”-da hatye k’ivşkirinê, wekî êzdî p’areke cimeta kurdane, firqî t’enê nava hebandinêdaye. Tu h’iz dikî gotinêd nivîskarêd ermenî bînî (Xwedê qebûl neke, haj nivîskara jî heye). Lê te ev xeberêd X. Abovyan çima “bîr kirine”: “Ew her tişt, çi ku derheqa kurdada hatye gotinê, dha gelek nava vanda (êzdya – E’. S.) hene, bi nîgara xwe, deb, k’inc-r’ih’al, t’imt’êla malê, bi cudatya qebîla mînanî wanane (kurdane – E’. S.)”. Cîkî mayîn X. Abovyan dide k’ivşê: “… Ewana (êzdî – E’. S.) bi t’u tiştî ji kurda naêne başqekirinê”. “Lê îdî cî hat ji qebîlêd kurda yeke navûnîşan bîr bînin… Ez derheqa êzdyada dibêjim”.
Em binihêrin Raffî sala 1877-a çi dinivîse. “Nenihêrî êzdî miletê xweva kurdin, lê ewana, ku hetanî îro dînê xweyî zerdeştî xwey kirine, kurdêd surman ji ermenya ze’ftir pey wana k’etine”. Ew peyk’etin rûê dînda bûye.
Gerekê fikra Lêo jî bizanbî: “Çawa eyane, êzdî p’areke cimeta kurdane, ku bi zimanekî xeber didin, t’enê bi wê yekêva ji kurdêd mayîn têne başqekirinê, wekî dînê xweyî kevn, gelekî xweşivêtra amin mane”.
Neşirkirineke awaye resmî jî heye – “Binelîêd dinyaê: byûlêtêna êtnodêmografîê”. Ez nizanim, haj vê byûlêtênê heyî yanê na, lê wêda navê hemû cimet û miletêd dinyaê hene, wê reqemêda t’alîş (90 hezar), t’at’ (25 hezar), çûkça (15 hezar), ûdî (6 hezar), alêût (500 merî) û yêd mayîn, lê navê êzdî t’une. Nikaribû hebya jî, çimkî êzdî milet nîne, lê ew p’ara cimeta kurdaye, kîjanê surmanî qebûl nekirye û hetanî îro jî dînê xweyî kevn – şemsp’erestî xwey kirye. Xênji dîn û e’detê dînra girêdayî, t’u firqî ort’a êzdya û kurdêd musulmanda tune.
Gundê minî Sîp’an, ku marza Aragasotnêdaye û salêd 1840-î hatye şênkirinê, hetanî van axirya jî navê wî Pamba Kurda bû, lê ne ku Pamba Êzdya, nenihêrî wê yekê, wekî ji roja şênbûnêda hetanî nha wêderê t’u kurdekî musulman nemaye û namîne. Lê hela wî çaxîda fe’m kirine, wekî êzdî kurdin û gund resmî usa nav kirine. Tu dinivîsî: “Wexta heyetya miletê êzdî înk’ar dikin, wekî usane dertêne miqabilî r’ebê min (staxula, staxula!), wekî usane hela (ji r’ebê min zêdetir jî heye?) dibî fe’şkirê t’arîxê”. Eger mînanî te bifikirin, usa dertê, wekî ew mezinayêd jorê k’ivşkirî derketine miqabilî r’ebê min yanê fe’şkirê t’arîxêne? Cimeta Wanê dibêje: “fesalbûn tiştekî başe”.
Lê tê evê yekê çawa şirovekî, wekî gelek qebîl, ku nava êzdîêd Ermenîstanêda hene, usa jî nava kurdêd Tûrkîaê, Îranê, Îraqê û Sûrîaêye surmanda hene? Gelo zanî (evê zanî, lê ter’a dest nade bêjî), wekî p’areke qebîla teye Çuxr’eşa Tûrkîaêda dijî, lê ne çawa êzdî, lê çawa qebîla kurdêd surman?
Ez îdî derheqa kûltûra ruhanîê, xût e’detê miletîêda nabêjim, ku nava êzdya û kurdêd surmanda yekin.
Wexta pêşîmamêd te (carna jî tu) dixwezin heyetya “miletê” êzdî îzbatkin, me’lûmetîêd hesabkirina binelîaye h’emt’faqîêye salêd 30-î tînine ort’ê, li k’u êzdî hatine k’ivşkirinê çawa miletekî başqe. Lê qestîka (çimkî bona k’ara we nîne) îzbatîke usa “nabînin”, wekî wextê t’omerîkirina dayînêd h’esabkirina binelîaye h’emûr’isêtêye pêşin derheqa kurdada hatye nivîsarê: “Miletî kurd, hebandin surman, êzdî”. Hetanî h’esabkirina binelîaye salêd 30-î navnîşada gelek e’lîwatî hebûne. Şaşîke e’lîwat ew bûye, wekî ermenî, h’emşênî başqe-başqe, lê boşe nîşan dane çawa miletêd başqe. Yanê cihûd. Cihûd anegorî cîê jîyînê 5 cûr’a dane k’ivşê: cihûd, cihûdê ç’ya, cihûdê Qrîmê, cihûdê Asya Orte, cihûdê gurca û yêd mayîn. E’lîwetî gihîştibû wê derecê, wekî miletê Bûxaraê jî hebû. Gelo merîk, ku qedrê xwe zane, wê wî merivî aqilbend h’esabke, ku ser h’îmê e’lîwetîêd usa cimetekê, rewşenbîrê wêr’a t’evayî dayne alîkî, lê du zo ferekêd k’elegoz dayne alîkî? Lê ew yek, wekî wextê h’esabkirina binelîaye sala 1989-a dîsa e’lîweteke usa kirin, t’u tiştekî baş nabêje, bona wan merya dha xirab, k’ê ew yek ber xwe derxistin. T’arîxê her tiştî dayne dewsê. Mînanî çiye miletekî ber xwe derdixin û dinivîsin (bêşerm), wekî me’lûmetîêd derheqa zimanê ezdyada paşê, pey dabêcerkirinêra wê bêne neşirkirine. Çi dabêcerkirin? Tê bêjî bin k’olêd cûnglîada qebîlek dîtine û me’lûmetîêd derheqa zimanê wanda gerekê bêne dabêcerkirinê (nizam kîjan k’arxana ç’êrmda).
Gerekê ji te û yêd mînanî te bipirsin, kîjane zimanê êzdyayî dê, kûltûra miletîê, kîderêye wetenê wanî t’arîxî? Bona merivê ser h’işê xwe û aqil cab yeke: zimanê wanî dê kurdîye (kurmancî), kûltûra ya kurdîye, zyareta wan Kurdistana Îraqêdane. Eger vê rastya gişkara eyan qebûl nakin, wî çaxî miletê bê ziman, bê kûltûra miletîê û bê welat tune.
Meremê te qenc nîne, her teherî (carna bi e’lîwetî) dice’dînî rewşenbîrê me rûreşkî, hetanî wî çaxî jî, gava ewana derheqa dostya miletada, heleqetîêd wanda, derheqa hevdudewlemendkirina wane kûltûrîêda xeberdidin û dinivîsin. Vê derecêda ez jî ketime nava agirê “krîtîkkirina teye tûj”.
Ronayîdîtina hejmara kovara “Barêkamût’yûn”-e pêşinra girêdayî nava xeberê xweye bimbarekkirinêda min daye k’ivşê: “… Cimetêd ermenî û kurd ne t’enê cînarin, lê hinek cya bûne yek. Kûltûra wane ruhanîê nêzîkî ruhê wane, carna nikarî kilam û sazbendya kurdî ji îskûstva ermenyaye kilama cudekî. Û ne t’enê îskûstva kilama. Gelek derecêd kûltûra ruhanîê t’omerîne”. Eger gotina “hinek cya bûne yek” qebûl nakî, wekî usane haj wê fikra Raffî tuneyî, wekî pêşîêd hinek qebîlêd kurda ermenî bûne. Lê Hr. Aç’aryan wextê xweda xebernema kurdêd Nor Bayazêtê (Gavar’a nha) hazir kirye. Eger t’omerîbûna derecêd kûltûra ermenya û kurdaye ruhanîê dixwezî bi xirabk’arî bidî xebatê, k’eremke bibe nas, wekî nivîskarê ermenyayî mezin Dêrênîk Dêmîrç’yan derheqa wê yekêda çi gotye: “Sazbendya ermenya-kurda, folklora ermenya-kurda, deba ermenya-kurda heye”.
Min mînanî te bi xayîntî “kûltûra cimetêd kurda û ermenya nekire yek”, lê ser h’îmê gotinêd nivîskarê ermenîyî eyan daye kivşê, wekî wan cimeta hukumî ser hev kirine û p’evgirêdanêd wane kûltûrîê hebûne. Çapa qelpî-qûlpû jî heye. Gelo ev yek “dide k’ivşê, yanê emekê cimeta ermenya nava sîvîlîzasîa (literatûra, ulm, kûltûra, arxîtêktûra) h’emdinyaêda înk’arkin, yanê wan gişka h’esabkin usa jî yêd kurdî” (sîtat ji mqala teye). Lê nava xebera minda gelo ew yek heye, wekî min hebûna ermenya kire ya kurda? Çawa cimeta me dibêje, şer’a navêje xelqê. Lê ew yek, çawa tê k’ivşê, xeysetê teye û ji wî çaxîda tê, wexta tu slêstîkir dixebitî. Şikir Xwedê, cimeta ermenî û kûltûra wê h’ewşê pişgirya merivêd mînanî teye qelp nînin.
Ev cumla te şe’detya zimanpe’nîêye geşe. “Gava min xerîtê nihêrî, min saw k’işand…”. Gilî derheqa wê xerîtêdane, ku sala 1997-a hejmara kovara “Drûjba”-êye pêşinda derketye, kîjan Moskvaêda neşir dibe. Wêda Ermenîstana Roava hatye nîşandayînê çawa Kurdistan.
Em jî îzbatya usa gunekar dikin, lê hetanî “saw k’işandinê” lazime van îzbatya h’esab hildî:
Eyane, wekî dewleta kurda tune û xerîtêd usa alîê dewletêda naêne neşirkirinê, lê teşkîletê mexlûqetîê û polîtîkîê, hetanî nevsêd başqe-başqe jî neşir dikin. Ewana çawa dixwezin, usa jî dikin.
Ya duda. Ez nizanim kîjane gunê rewşenbîrêd Ermenîstanêye kurd û ew çiqasî cabdarin, wekî kovara, ku Moskvaêda bi zimanê ûrisî ronayî dibîne, xerîtê neşir kirye.
Eger bona wê xerîtê “sawê dik’şînî”, wekî usane wî çaxî, wexta hetanî nha jî Azêrbêcanêda bi dewletî gelek xerîte neşir kirine, kîjanada h’ewza gola Sêvanê, t’emamya Syûnîkê nîşan dane çawa têrîtorîa Azêrbêcanê, gerekê ji te t’u tişt nema, xênji… mixenetîê, ku tu ewqasî bol-bol dîhar dikî bona rewşenbîrê kurda rûreşkî. Çapa her tiştî heye, usa jî çapa mixenetîê heye. Eger bona e’rdê ermenya dilê te dêşe, çina hetanî nha te derheqa wan xerîtada dengê xwe nekirye?
Meremê te qenc nîne. Mqalêda te ewqas cîkî mezin daye Cangîr ax’a. Merîkî qenc bûyayî, teê usa jî qe na çend gilî bigota derheqa mezinayîkî miletê meyî mayînda – derheqa Ûsiv begêda, ku hevalders û dostê Komîtasê mezin bûye, dêpûtatê parlamênta rêspûblîka Ermenîstanêye pêşin bûye û wan salêd giran şuxulekî ewqas mezin kirye bona k’omekdarya matêrîalîê bide olk’a me.
K’utasîê dixwezim bidme k’ivşê, wekî “gunê” rewşenbîrêd kurda ewe, wekî mînanî te û nezanêd mînanî te nînin, fe’mdarîêd milet û dîn ji hevdu cuda dikin û k’utasya qurna 20-da gulorî nava te’rya qurnêd orte nabin.
Wa gotî huceta êzdî-kurd tiştekî usane, wekî k’omeke merya ber xwe derxistine û ne bona k’ara cimeta ermenya, ne jî bona cimeta kurdaye, eger nebêjin zyanê digihîne wan.
Ez zanim bona çi meremî dixwazî dutîretîê bikî ort’a rewşenbîra û olk’a me, şer’ û şilt’axa bavêjî wan. Ew yek ter’a û yêd mînanî ter’a wê li hev neê. Şe’detî — ger’a weye axirîêye li gundêd ezdya (kurda) û berbir’îbûna binelîêd cîye berbi we. Qe na mesela gundê Şamîramê bîr bîne.
“Rya teze”, 26-ê noyabrê s. 1997-a
Eva nema usa jî rojnema ermenîye “Hayos ashxarh”-êda (19 noyabrê s.1997-a, № 112) û kovara kurdîye bi zimanê ermenî “Dostî”-êda (“Barêkamûtyûn”, dêkabr, s.1997-a, № 2) çap bûye.
Добавить комментарий