Безымянный

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

NEMA VEKIRÎ TÊMÛRÊ XELÎLRA (2000)

 

 

NEMA  VEKIRΠ TÊMÛRÊ  XELÎLR’A

 

 

                  Min nivîsa teye “Xewnerojkê rêdaktorê “Rya teze”, ku hejmara rojnema “Roja teze”-ye № 42 (21-ê nîsanê sala 2000-ê) çap bûye, xwend û ez … ecêbmayî nemam. Çimkî bux’danbêjî (şer-şiltax) hela biç’ûktîêda ketye nava xûna te û tu nikarî ji wê yekê aza bibî. Tu hela biç’ûk bûyî, diçûy mektebê, gava bavê teyî rehmetî Xelîl Mûradov ser xelqê şikyatê nerast dikir, e’rze dinivîsîn, lê bona destnivîsara wî nas nekin, dida te û te ber digirt, dinivîsî. A wî çaxîda bux’danbêjî ketye nava xûna te.

         Ev mqale wê bux’danbêjya te îzbat dike — me pê herfê reş ser kax’aza spî nivîsye: “Em pê hesyane, wekî hinek partî, rêxistin û meriv nava kurdê sovêta berê, ku çûne Avropaê, alîkarîê berev dikin, giva bona rojnemê. Ewana çi p’era ser navê me berev dikin, mer’a naşînin, dikine berya xwe”.

         Vêderê qe tê gotine, wekî rewşenbîrê sovêta berê, ku çûne Avropaê, p’era berev dikin û mer’a naşînin? Gotinê ser kax’azê spî nivîsî jî tu fe’ş dikî. Qe fikra mer’a jî derbaz nebûye em derheqa wan rewşenbîrê xweda usa bifikirin, ku çûne Avropaê. Me gotye “hinek meriv”, me konkrêt navê meriva nedaye, lê Xwedê ji te bixweze, dive tu nava wan “hinek merivadabî”? Mesela gelê me dibêje: “Bîna k’iz tê ji mala diz”. Eger ew yek tune, te çira şer-şiltaxê usa avîtne me?

         H’îmê me hebûye, wekî me usa nivîsye. Rastî ewe, wekî ji Almanyaê meriv hatibûn û mer’a gotin, wekî Almanyaêda ser navê rojnemê p’ere berev kirine. Ewana hatine bawerkirinê, wekî t’u tiştek negihîştye rojnemê.

         Me hejmarê t’êlê xwe bona wê yekê nenivîsye, wekî “îznê ji me bixwezin”, çawa te bêşermî nivîsye, lê bona wê yekê bû, wekî îsanê bêşeref gel nexapînin. Ya mayîn, çiqas em pê zanin, hela t’u kesî tu nebijartine, ne jî k’ivşkirine serokê rewşenbîrêd meye Avropaê. Tu çira ji navê wanda pêşda têyî? Gelo eva jî şer-şiltax nîne?

         Belê, staja me hersê rojnemevanê “Rya teze” dike weke 100 salî, lê nava wan 100 salada me xizmeta gelê me kirye. Em bona vê yekê kubarin, biç’ûk û mezinê Ermenîstanêye kurd ne t’enê Ermenîstanê me nas dikin. Ji me yek jûrnalîstê Ermenîstanêyî emekdare, ku nava kurdê vêderêda yê yekemîne û t’ek t’enêye. Lê gelo çiqas kurdê sovêta berê çawa rojnemevan te nas dikin û te çiqasî xizmetî gelê me kirye? Em her tenê zanin, wekî gava te rojnema “Rya teze”-da k’ar dikir, ji deha zêdetir înformasîaê teye qelp her t’enê yek yanê dudu rojnemêda çap dibûn, çimkî me zanibû, kîjan ne raste. Mesela cimetê dîsa cîye: “Her’e cîê nenas, p’ayê xwe bide xas bi xas”. K’ê-k’ê, lê em rind zanin, wekî bona qelpî-qûlpîê te nedixwestin te nava Yektîya jûrnalîsta qebûlkin. Bona qelpî-qûlpîê te nîbû, wekî tu ji radîoê ser k’ar derxistin? Û tu mecbûr bûyî, wekî herî polîsîaêda qerewil bixebitî.

         K’ê tu ji wêderê anî rêdaksîaê? Ne axir rêdaktorê berê Mîroê Esed nîbû? Û tu nha dûrva kewkanya davêjî wî camêrî. Merî gotî şîrh’elalbe.

         Belê, dikare biqewime nava kurdê welatê derekeda me usa nas nakin, çawa te nas dikin. Me nava wanda navê p’arsekçîtîê qazanc nekirye, şikir mer’a navêjin p’arsekçî. Lê hergê te bîr nekirye, çawa Sûrîaêda, usa jî Avropaêda navê te danîbûn “Têmûrê p’arsekçî”. Û bona wê yekê nîbû, wekî tu cara duda nediçûyî wan welata? Çûyînê teye wan welata jî ne boy welatparêzîê bû, lê tu rind zanî – bona ariş-vêrşa k’inca bû. Tu dinivîsî giva wêderê bê p’ere k’ar dikî, lê em vêderê k’ar dikin û miaş distînin. Ya te ser bextê tedabe, em nizanin. Lê ya me em dikarin bêjin, wekî eva sal nîveke herşeş xebatk’arê me miaş nestendine. Hetanî vê pirsêda jî tu qelpîê dikî.

         Tu vêderê nînî, haj rewşa Ermenîstanê t’uneyî, lê dîsa şer-şiltaxa davêjî serk’arya Ermenîstanê. Te rojnema “Roja teze”-da nivîsye, wekî giva paşî girtina Ebdulleh Ocalan serk’arya Ermenîstanê zorê dide kurdê vêderê. Tiştê usa tunebûye û tune. Eva jî bux’dana teye bi sirêye. Ez ze’f rind zanim me’na vê nivîsara te çiye. Wexta lazimbe, ezê derheqa wê yekêda jî binivîsim.

         Te rojnema “Kurdistana nuh”-da, ku Moskvaêda bi rûsî çap dibe (N 2-3, s. 2000) îzbatîêd derheqa k’arê Casimê Celîl rehmetîda fe’ş kiribû. Ez nizanim haj pê heyî, wekî k’omê rewşenbîrêd Ermenîstanêye kurd çawa lazime bersiva te dabûn û rûê teyî qelp nîşan dabûn. Tu ji vê yekê jî şerm nakî.

         Telebextra, rojnemevanya kurdaye welatêd dereke ewqas jî rind haj hal-wextê kurdêd Ermenîstanê tune, lema jî bextê te anye, ç’ep-rast nav k’etî, çawa ter’a dest dide, usa jî dinivîsî.

          

P. S. Eva nema han min 2-ê hezîranê s. 2000-ê bi faksê rêdaksîa rojnema “Roja teze”-ra (Stembol) şand bi wê bawerbûnê, wekî çawa zakonê jûrnalîstîkaê dixwezin vê bersiva min jî wê rojnemêda neşirkin. Lê hetanî nha ne t’enê neşir nekirine, lê layîq jî h’esab nekirine bersiva min bidin. Çawa tê k’ivşê, ewana bux’danê Têmûrê Xelîl (navê wîyî rast Hamlête) dha bawer dikin, ne ku rastîê.

          

“Rya teze”, noyabr, s. 2000,

www.netkurd.com (25.08.2005).

 

Читайте также на эту тему:

Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *