Безымянный

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

PÎROZ BE, EMERÎKÊ BIRA!

 

 

Pîroz be, Emerîkê bira!

           

         Dêpartamênta lêkolînan, ya Navenda Bîografîye Navnetewî (Kêmbrîc, Angilîya), ji nav bi hezaran kesên navdar ji seranser cihanê, rojnamevan, nivîskar, rexnegir û wergerê kurd Emerîkê Serdar jibartîye çawan yek ji Profêsîyonalên Cihanêye Rêber (Pêşîkêş), yê sala 2009 an.

         Ez bi dil û can Emerîkê Serdar, malbeta wî û gelê kurd ji bo vê xelata birûmet pîroz dikim.

         Emerîkê Serdar jîyaneke bi rûmet jîye û karekî gelek mezin kirîye û rastî jî hêjayî wê xelata bi rûmet e.

         Jîyana Emerîkê Serdar pir dijwar bûye. Salên Cenga Cihanîyêye Duyemîn bavê Emerîk, Dewrêş diçe ber şêr û venagere û zarotîya Emerîkê di tunebûn, hejarîyê de derbas dibe. Lê wê hejarîyê Emerîk ne şikênand, wî xwend û çawan dibêjin ‘bi xwîdana enîya xwe’ bû yek ji ronakbirên kurdên sovêtê, yê herî naskirî.

         Eger em rojnemevanîya Emerîk ji gotarên wî dest pê bikin, ku di rojnama “Rîya Teze” de çap bûne, usane Emerîkê Serdar bêtirî 60 salî xizmeta rojnamegerîya kurdî kirîye, lê ji sala 1959 an rojnamegerî dibe karê jîyana wî; berê li beşa kurdî ya radîyoya Yêrêvanê, dû re jî li rojnama “Rîya Teze” ew kar dike. Wî li “Rîya Teze” ji karê werger dest pê kir, heta gihîşte rada rêdaktorê (êdîtorê) wê.

         Eger ji alîyê aborîyê de dûarojê rewşa Emerîk normal bû, lê dîsan jî dijwarîyê jîyanê man. Emerîk seranser jîyana xwe de rastgo bûye û ew rastgoyî jê re bû xenîm.

         Em dikarin bêjin, wekî berî Emerîkê Serdar di wêjeya kurdên Yekîtîya Sovêtê de rexnegirî tune bû. Eger ser pirtûkekê, yan berhemekê tiştek bihata nivîsar, tenê pesin dayîn bû. Lê Emerîk rexnên rast dikirin û ev yek ne bi dilê gelekan bû. Heta çend kes çûbûne pêşîyê jî, xwestibûn lêxin.

         Emerîkê Serdar piştovênî nûjenîyê, nifşên nû bû. Ez bawarim hevçaxên min û kesên ji min biçûktir, gişkan jî alîkarî û piştovanîya wî texmîn kirine. Yekemîn berhemên min çi ku belavkirina bi radîyoya kurdî, ya Yêrêvanê û çi çap kirina di rojnama “Rîya Teze” de, bi helanên Emerîkê Serdar bûne.

         Emerîkê Serdar jîyaneke dijwar derbas kir, dem hebûn, wekî wî serê xwe ber hinekan dasxista, jîyana wî wê hesantir bûya, lê wê danexist, wî dijwarîyên jîyanê bi serbilindî birin.

         Emerîkê Serdar yek ji baştirîn rojnamevanên kurdên sovêtê ye, eger ne yê herî baş, baştirîn rexnegir e, rexnegirîya rast di wêjeya kurdên sovêtê de ji wî dest pê bû.

         Emerîkê Serdar nivîskarekî naskirîye, ew di berhemên xwe de derdê dewranê tîne ziman û bi vê jî berhemên wî nêzikî dilê xwendevana ne. Tiştekî şabûnê ye, wekî pirtûkên wî van salên dawî bi wergera rûsî jî çap bûne.

         Emerîkê Serdar wergerekî jêhatî ye, wî bi wergerên xwe wêjeya kurdî dewlemend kirîye, berhemên gelek nivîskarên ermenî gihandine ber destê xwendevanên kurd.

         Yekemîn wergera min bi hevkarîya Emerîkê Serdar bûye; me sala 1966 an çîroka Fêrîk Polatbêkov “Eskan” ji rûsî wergerand kurdî û di “Rîya Teze” de çap kir.

         Ez carekê jî Emerîkê bira pîroz dikim û jê re serkevtinên nû dixwzim.

          

Tosinê Reşîd

10- 09-2009

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *