Безымянный

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

BIJARE («ИЗБРАННОЕ», 2011) — ПРЕДИСЛОВИЕ ТОСНЕ РАШИДА

 

 

EMERÎKE SERDAR –

RONAKBIRÊ XWEDÎYÊ KEDA MEZIN

         

         

        Kurdên Yekîtîya Sovyêta berê, bi taybetî kurdên Ermenistanê, çiqwas jî bi jimara xwe ve ne pir bûn, lê dîsan jî karibûn îmkanên heyî ji bo bi pêş ve birina ziman, wêje û çanda kurdî bi kar bînin. Ji nav wan gelek kesên navdar derketin ku yek ji wan rojnamevan, nivîskar, werger û rexnegir Emerîkê Serdar e (Emerîkê Dewrêş Sardaryan).

        Emerîkê Serdar 8 ê Sibatê, sala 1935 an li gundê Pampa Kurda (niha Sîpan) navça Aparanê, komara Ermenistanê di malbeteke kurdên êzdî de ji dayîk bûye. Cîhe em bîr bînin, wekî ew gundê bakûra çîyayê Elegezê usan jî nivîskar Fêrîkê Ûsiv, Wezîrê Eşo û Ezîzê Cewo (Korda Mad) dane gelê me.

        Hê şeş salên Emerîk temam ne bibûn, gava bavê wî, Dewrêşê Serdar dibine Cenga Niştimanîyê Mezin û ew di şêr de şehîd dibe.  Û barê xwedî kirina kurê tayê tenê dikeve ser milê dayka Emerîk, Seyra Xudo. Wan salên nangiranîyê, tunebûnê, li wî gundê serê çîya ku mêra nikaribû neferê xwe xwedî bikin, Seyra Xudo bi zorekê karibû kurê xwe fira bixe. Mirov dikare bêje zarotîya Emerîkê di tunebûn, hejarîyê de derbas dibe. Lê wê hejarîyê Emerîk ne şikênand, wî xwend û çawan dibêjin ‘bi xwîdana enîya xwe’ bû yek ji ronakbirên kurdên sovyêtê, yê herî naskirî.

        Emerîk dibistana seretayî li gundê xwe, ya navîn li gundê Elegezê temam dike û dû re dikeve fakûlta dîrok-fîlologîyê, înstîtûta Ermenîyaye Perwerdeyê, ya bi navê Xaçatûr Abovyan û sala 1959 an înstîtûtê bi rûspîtî temam dike. Ew berê li dibistana gundê Elegezê dibe mamostayê ziman û wêjeyê, hin ya ermenîya hin jî ya kurda. Lê Emerîk tenê sê mehan karê mamostatîyê dike. Ji ber ku êdî salên xwendkarîyê ew bi zên û zîrekîya xwe hatibû naskirin, zûtirkê bi vexwandina seroketîya beşa kurdî, ya radîyoya Yêrêvanê, ew li wê beşê, çawan spîkîk dest bi  kar dike û piştî demeke kurt dibe serokê parêke wê beşê. Sala 1962 an, bi vexwandina berpirsîyarê sereke, yê rojnama ‘Rîya Teze’ Emerîk di wê rojnamê de karê xwe, yê rojnamevanîyê didomînê. Rojname dibe mala wî ya duyemîn, ji sala 1962 an heta 2006 an ew di wir de kar dike. Ew ji karê werger dest pê dike, paşê wek serokê parê, sêkrêtarê berpirsîyar, cîhgirê berpirsîyarê sereke, heta sala 1991 ê dibe berpirsîyarê (rêdaktor) sereke. Ew ji 1991 ê heta 2006 an berpirsîyarê sereke, yê rojnama ‘Rîya Teze’ bû.

        15 salên rêveberîya Emerîkê Serdar, ji bo ‘Rîya Teze’ dijwartirîn sal bûn; sîstêm têk çûbû, aborî têk çûbû, alîkarîya hukumatê ne mabû, li komarê tunebûn bû û kesên destê alîkarîyê dirêjî rojnamê bikirana hema bêjî tune bûn. Lê dîsan jî ji Emerîk re li hev hat rojnama ‘Rîya Teze’ ser linga bihêle.

        Wan salên dijwar, gava gelekan ji me berê xwe koçberîyê, Emerîk li Yêrêvanê ma û nehîşt rojnama ‘Rêya Teze ‘ bê girtin û heta îro jî li Yêrêvanê dijî.

        Sala 2001 ê daxweza dilê Emerîke salên dirêj pêk tê, ew bi vexwandina serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan, Mam Celal, Kurdistana azad dibe mêvan, Lalişa Nûranî zîyaret dike. Cara duyemîn ew ji bo beşdarîya konfêransa ‘Kurdnasîya Rûsya’  Hewlêra paytext diqeside û di konfêransê de gotara ser ‘Rîya Teze’ pêşkês dike. 

        Eger em rojnemevanîya Emerîk ji gotarên wî dest pê bikin, ku di rojnama “Rîya Teze” de  salên xwendkarîyê çap bûne, usane Emerîkê Serdar bêtirî 50 salî xizmeta rojnamegerîya kurdî kirîye. Lê 47 salan wî wek rojnamevanekî profêsîyonal kar kirîye, rojnameveanî karê jîyana wî bûye. 

        Bi sedan gotar, şirove û rexneyên Emerîkê Serdar di rojnama ‘Rîya Teze’ de hatine çap kirin û li beşa kurdî, ya radîyoya Yêrêvanê hatine belav kirin. Gelek berhemên wî usan jî di media ermenî û rûsî de cîh girtine. Xwendevanên ermenî û rûs gelek caran hema bi gotarên Emerîk bi wêje û çanda kurdî re dibûne nas.

        Emerîkê Serdar ji sala 1965-a endamê Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanê ye. Ew li komara Ermenistanê û ji tixûbê wê der rojnamevanekî naskirî bû. Sala 1980-ê ew ji bo bi pêş ve birina mediya komarê bi hurmetnema Seroketîya Sovêta Ermenîstanêye Tewrebilind tê rewakirinê, lê sala 1986-a ew hêjayî navê Rojnemevanê Komara Ermenîstanêyî emekdar dibe. Emerîkê Serdar du caran ji navê rojnamevanên Ermenistanê beşdarî kongirên Yekîtya Rojnemevanê Sovyêtê dibe, ku li bajarê Moskva dihatin bi dar xistin.

        Yekemîn berhemên Emerîke wêjeyî êdî salên xwendkarîyê di rojnama ‘Rîya Teze’ de çap dibin. Lê wî bêtir guh dida karê rojnamevanîyê û yekemîn berevoka kurteçîrokên wî ‘Destê dê’, tenê sala 1974 an çap dibe. Ew pirtûk ji alîyê xwendevanan de baş tê pejirandin, dengekî nû hatibû nav wêjeya kurdên sovyêt ku bi xwe re, şêwe û naveroka nû dianî. Heta rojên me jî kurteçîrok dimîne janra wêjeyîye hizkirî ji bo Emerîkê Serdar. Wî nav salên çûyî de bilî ‘Destê dê’ ev berevokên kurteçîrokan çap kirine: ‘Îdî dereng bû’(1979), ‘Dengê dil’ (1985), ‘Gundê me’ (2006) û ‘Hisreta emir’ (2008). Du pirtûkên ji kurteçîrokên Emerîk bi zimanê rûsî çap bûne. Kurteçîrokên berevoka yekemîn keçên wî Leylê, Nûrê û Zerê wergerandine, lê berevoka duyemîn tenê Nûrê (Nûra Emerîk Sardaryan).

        Bilî pirtûkên cihê berhemên Emerîkê Serdar usan jî di pirtûkên ji bo dersan û hejmarên almanaxa nivîskarên kurdan ‘Bahara teze’ de cîh girtine.

        Çiqwas jî Emerîkê Serdar ji sala 1959 an heta îro li bajarê Yêrêvanê dijî, lê mijara bêtirî kurteçîrokên wî jîyana gund e. Ew di berhemên xwe de dijwarîyên jîyanê bi teherekî zêndî tîne ber çavan. Emerîkê Serdar jîyana nivşa xwe, bi derd û kul, bi ketin û rabûn, bi şîn û şayan raberî xwendevanê kurd dike.

        Salên Cenga Cihanîyê ya Duyemîn, salên dû re, ku salên nangranîyê û tunebûnê bûn, ku Emerîk bi xwe di wê tunebûnê de jîya bû, tesîreke mezin ser wî hiştibûn û Emerîkê dûarôjê di berhemên xwe de gelek caran vedigere ser wan salan.

        Mijara dayîkê di berhemên Emerîkê Serdar de cîhekî hêja digre û ew mijar peykarekî hêja ye ji bo dayka Emerîk, Seyra Xudo.

        Emerîkê Serdar wergerekî jêhatî ye, wî bi wergerên xwe ziman û wêjeya kurdî dewlemend kirîye, nexş û nîgarên nû anîne nav wêjeya kurdî.

        Bi taybetî ji bo berhemên nivîskarên ermenî bigihîne ber destê xwendevanê kurd, Emerîkê Serdar karekî mezin kirîye. Divêt di vê pirsê de em berî gişkî wergera romana dostê gelê kurd Hraçîya Koçar ‘Hisret’ bîr bînin, ku usan jî wek radiyo-şano bi beşa kurdî ya radîyoya Yêrêvanê dihat belav kirin . Emerîk usan jî berhemên du mezinên wêjeya ermenîya Avêtîk Îsahakan û Hovhanês Tûmanîyan gîhandine ber destên xwendevanê kurd. Bi wergera wî gelek berhemên nivîskarên ermenî, rûs, avropî û asîyayî di rojnama ‘Rîya Teze’ de hatine belav kirin. Emerîkê Serdar usa jî gelek berhemên sîyasî ji zimanên ermenî û rûsî wergerandine zimanê kurdî û çap kirine.

        Em dikarin bêjin, wekî berî Emerîkê Serdar di wêjeya kurdên Yekîtîya Sovêtê de rexnegirî tune bû. Çawa kurdzan Tomas Boîs di pirtûka xwe “The Kurds”, de dinvîse, ku sala 1966-a çap bûye, rexnegirîya wêjeyê bal kurdên Yekîtîya Sovyêt ji Emerîkê Serdar dest pê dibe. Berî Emerîk eger ser pirtûkekê, yan berhemekê tiştek bihata nivîsar, tenê pesin dayîn bû. Lê Emerîk bi çavê pisporan berhem dinirxand, bi başî û serkevtinan re tevayî, kêm û kurtî dianîn ber çavan. Bi caran rexneyên Emerîk hişk bûn û ev yek ne bi dilê gelekan bû. Rexneyên Emerîk jimara xêrnexwazên wî zêde dikirin.

        Emerîkê Serdar di jîyana kurdên Ermenistanê, ya civakî û sîyasî de roleke mezin dilîst, bi taybetî gava bi navtêdan û seroketîya hinek rojhilatnas û sîyasetmedarê ermenî dest bi bizavekê bû, ku beşekî kurdên êzdî digotin em ne kurd in. Di rojnama “Rîya Teze’ de gelek gotar ser vê mijarê hatin weşandin, ji bo çareserkirina vê kêşeyê, Emerîk beşdarî gelek civîn û rasthatinên bi ronakbir û sîyasetmedarên ermenîya re dibû.

        Ji sala 1994-da Emerîkê Serdar serokê ‘Şêwra rewşenbîrên kurdên Ermenîstanê’ ye. Ew Şêwir sala 1992-a hatîye damezirandin û ji bo parastina mafên kurdan li Ermenistanê û xurt kirina pêwendîyên kurdên Ermenistanê bi kurdên dervayî Ermenistanê re kar û xebatê dike.

        Emerîkê Serdar jîyaneke dijwar derbas kir, dem hebûn, wekî wî serê xwe ber hinekan daxista, jîyana wî wê hêsantir bûya, lê wî danexist, wî dijwarîyên jîyanê bi serbilindî birin.

        Emerîkê Serdar yek ji baştirîn rojnamevanên kurdên sovêtê ye, eger ne yê herî baş, baştirîn rexnegir e, rexnegirîya rast di wêjeya kurdên sovêtê de ji wî dest pê bû.

        Emerîkê Serdar nivîskarekî naskirîye, ew di berhemên xwe de derdê dewranê tîne ziman û bi vê jî berhemên wî nêzikî dilê xwendevana ne. Tiştekî şabûnê ye, wekî pirtûkên wî  van salên dawî bi wergera rûsî jî çap bûne.

        Emerîkê Serdar piştovênî nûjenîyê, nifşên nû ye. Ez bawarim hevçaxên min û kesên ji min biçûktir, gişkan jî alîkarî û piştovanîya wî texmîn kirine. Yekemîn berhemên min çi ku belavkirina bi radîyoya kurdî, ya Yêrêvanê û çi çap kirina di rojnama “Rîya Teze” de, bi helanên Emerîkê Serdar bûne.

        Yekemîn wergera min bi hevkarîya Emerîkê Serdar bûye; me sala 1966 an çîroka Fêrîk Polatbêkov “Eskan” ji rûsî wergerand kurdî û di “Rîya Teze” de çap kir.

        Me çend salan bi hev re ji bo beşa kurdî ya radîyoya Yêrêvanê programa bi navê ‘Ensîklopêdîya Kurdî’ amade dikir.

        Eva pirtûka gotar û hevpeyvînê Emerîkê Serdar tiştekî teze ye nava weşanê kurdî de, îlahî ew bi du zimana ye (kurdî û rûsî). Em bawerin ewê nava dîroka wêjea kurdî de cîê xweyî layîq bigre.

         

 Tosinê  REŞÎD,

nivîskarê  kurd,  Avstralîa.

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *