Безымянный

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

NEMA VEKIRÎ HELBESTVAN BARÎÊ BALARA (2012)

 

 

NEMA VEKIRÎ HELBESTVAN BARÎÊ BALARA

 

 

Барие Бала         Roj baş, Barîê bira!

        Raste, nha em ji hev dûrin, tu Qazaxstanêyî, ez li Ermenîstanême, lê dilê me, sewdaê me nêzîkî hevin. Ew hevaltî û biratya nav meda, ku hela salê cahiltîêda hebûn, nha bûne pirake qewîn navbera meda. Ez gelekî ji te razîme bona wan hersê pirtûkê te, ku van salê dawîê derketine û te minra şandine: “Dîlbera min” (2008), “Dayîk” (2009) û “Kulîlkên neç’ilmisî” (2011). Ez tera bêjim, wekî ew hersê pirtûk, ku alîê weşanxana “Zengezûr”-êda bi hereketê Hejarê Şamil ronkayî dîtine, ser dereceke çapkirinêye bilind hatine weşandinê.

        Nûra min hersê pirtûkê te minra xwendin. Hilbet, berê jî ez ser wê fikrê bûm, ku şureta teye efrandarîê heye. Van hersê pirtûka ew bawerbûna min dha dane kûrkirinê. Eferim tera bona çapkirina wan pirtûkê delal. Ez dixwazim tomerî ser destanîn û kêmasîê te bisekinim.

        Destanîna here berbiç’ev nava poêzîa teda ewe, wekî wêda kedera evîntîê geleke (îlahî wan helbestada, ku pêşkêşî xûşka mine rehmetî Dîlberê kirîne). Wanda kedera hizkirinê, kedera emir geleke û ew digihîje aqil û sewdaê xwendevana. Xwendevan ji te bawer dike, wekî rastîê jî ji dinê çûyîna xûşka Dîlber bona te kedereke gelekî mezine.

        Helbestê bona zara ewqasî kurt û delalin, wekî hewasa merya wanra tê. Ew helbest anegorî femdarya zara hatine nivîsarê û gelekî hêsa ji alîê wanda dikarin bêne qebûlkirinê. Aha, mesele:

Berxka mine xal-xale,

Dû min timê dik’ale,

Wedê makê dibîne,

Îdî nake k’alîne.

         Ezê gelekî şabûma, eger ew helbest biketana pirtûkê dersê zimanê kurmancî.

        Destanîneke van hersê pirtûka jî ewe, wekî mesele, metelok û îdîomê zimanê kurdî wanda pirin û gelekî cîê xweda hatine xebtandinê.

        Başbûneke van hersê pitrûka (tê bîra min, ne tenê ev hersêka, lê usa jî herduê pêşîê) jî ewe, wekî zimanê te dewlemend û zêndîye. Gele cara ew helbest, poêm û pîês dibin mînanî nimûnê zargotina me. Wanda erf-edetê me tê kivşê, xeberdana meye zêndî wanda heye (dua, nifir û yêd mayîn).

        Dîalogê te zêndîne, wanda h’enek gelekin û ji alîê xwendevanada baş têne  qebûlkirinê.

        Alîê hûmorê û satîraêda jî destanînê te berbiç’evin. Ew nava gelek efrandinada hene û xemleke baş dane wan.

        Ew yek jî gelekî min xweş hat, wekî tu sifta efrandinada yanê jî hinek cara dawîêda şirovedikî, wekî ew efrandin ser hîmê çi rêalîê hatine nivîsarê. Eva yeka te gelekî nêzîkî dilê xwendevana dike, nîgara teye merivayê tê ber ç’evê wan. Eva jî mînanî pirakêye, ku nevbera te û xwendevanada tê sazkirinê.

        Bi tex’mîna min, te dixwest zanibî fikra min derheqa poêmê teda. Nûrê gişk minra xwendine. Piranya wan ser qewmandinê rêal hatine hûnandinê. Gelekî min xweş hat poêma teye “Çar emir, çar demsal”. Himberîhevkirin gelekî rinde, xwendevana dide bawerkirinê. Te çawa nazikayî hev hûnandye demê emrê merya û demsal! Îlahî ew nazikayî wê yekêda heye, wekî te emrê ahilda cudatî dîtye.

        Lê sed yazix, wekî te dawya poêmêda demsal û emrê merya himberî parç’ebûna Kurdistanê kirye. Eva yeka t’u cara hevdura naêne girêdanê. Te fîlosofîa emir û seyasetî tevîhev kirye. Lê ew tiştne başqe-başqene.

        Ez tera wê yekê jî bêjim, wekî Nûra min jî mînanî min derheqa pirtûkê teda ser fikra mine.

        Poêma teye “Paşa û Belgîzar”-êda fîlosofî êpêceye. Mesele, gelekî me xweş hat, wekî sifta poêmêda dinivîsî Xwedê 3 tiştê ferz daye merivayê – bext, av û agir. Eva fikra mînanî têlekî sor temamya poêmêra derbaz dibe.

        Tu zef rind didî kivşê, wekî merî gerekê dinyaêda çawabe – qencbe, helalbe, rastgobe, karê sazdarîê bike û xemleke tezeye geş bide vê cihanê. Tê kivşê, eva lêytmotîva emrê teye û nîgara te çawa merî bi vî cûreyî tê ber ç’evê xwendevana.

        Syûjê başe û hewaskare, ser qewmandinê rêal bingeh bûye. Lema jî ewqasî hewaskar tê xwendinê. Mesele, emrê Emerê bavê Paşa gelekî rind hatye nîşandayînê, bi zelûlî belengazya wî û kuştina wî. Tu gelekî rind zûderbazbûna wede, neynesya evîntîê nîşan didî. Mesele:

“Roj zû diçûn, meh dihatin,

Meh difiryan, sal dihatin”,

 

        yanê:

 

“Hub, cahiltî birê hevin,

Nav emirda timê tevin”.

 

        Bedewya Belgîzarê rind hatye nitirandinê, deweta li zozana tê ber ç’evê xwendevana. Gelekî zêndîye, gava Hesen axa dewetêda Belgîzarê dibîne û ser bengî dibe. Erf-edetê dewetê me te rind anye ber ç’eva (şerê bona balgî, lêxistina sêva serê bûkê, kaxa binpê bûkê û yêd mayîn). Gelekî bi sarkazm timatya bavê Belgîzarê hatye nîşandayînê, wekî ew bona qelen çi dike. Û eva yeka bi xeberdana zêndî hatye makkirinê.

        Lê ez dixwazim çend kêmasîê vê poêmê jî tera bêjim. Baş nîne, gava gele cara rîtmovke tê teribandinê, yanê jî rîfm tune. Kêmasîye, wekî pê xeberekê tu du xeta hevdu tînî.

        Kêmasîye usa jî dawya pîêsa “Têlî û Miho”. Raste, dîalog zêndîne, gelek mesele û metelok hene, lê dawya pîêsê xwendevana nade bawerkirinê. Carekêra her tişt tê guhastinê, ku ne anegorî logîkaêye. Mesele, çawa paşî kuştina Miho û xwekuştina Têlîê bavê wê xwe davêje bera Wanê. Eva pîêsêda naê makkirinê, îlahî paşî wê yekê, wekî bavê Têlîê pêşîê çi zulm kirye, çawa berbirî qîza, jina xwe bûye. Merîkî usa nikare xwe hêsa bavêje berê.

        Ew qewmandina gundekî Qazaxstanêda qewimî jî hewaskare, ku bûye qinyatê poêma te “Nado û Narê”. Tiştê baş vêderê ewe, wekî tu berbirî dê-bava dibî qîza bê dilê wan nedne mêr, nebne sebebê bêbextya wan. Eva yeka usa jî pîêsa  teye “Seyran”-da hatye kivşkirinê, li ku xênji wê zulmê usa jî ferzbûna xwendina qîza tê nîşandayînê. Başe emrê xwendkara, hevaltya wan, berbirîbûna lêktora berbi wan hatye nîşandayînê. Lê me xweş nehat, wekî nîgarê pîêsê te bi xeysetê xweye merivayêva hevdu naêne cudakirinê. Tu dha gelekî derheqa wanda xeber didî, ne ku psîxologîa wan nîşan didî. Kêmasîye usa jî ew yek, wekî nîgarê te gişk mînanî hev xeber didin, cudatya xeberdana wan tune. Ewê jî bêjim, wekî hersê pirtûkada şaşîê herfa, telebextra, hene. Gele cara ewana fikra xeberê, cumlê fe’ş dikin.

        Gelekî me xweş hat şiklê neferê mala te. Tê kivşê rastîê jî maleke kurdaye eynsîye. Xênji deb û kûltûra wedê nha ew usa jî xweyê deb û kûltûra xweye miletîêne.

        Tê bibaxşînî, dibe min kêmasî dha gelek dane kivşê, çimkî min nedixwest efrandinê birakê minda kêmasî hebin. Ew efrandin gelekî Nûrê jî xweş hatin. Raste, ew poêzîaê ewqasî jî hiz nake, lê ewê bi hewaskarî poêzîa te dixwend û digot, wekî ew hevekî jî bê şimşatkirinê, wê gelekî başbe (nizanim tu zanî yanê na, Nûra min endama Yekîtya nivîskarê Ermenîstanêye).

 

Bi daxwazê hereqenc,

birakê te Emerîkê Serdar.

7.07.2012

Yêrêvan.

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *